Kerkûk.. DAIŞê careke din êrîşî ser kêlgeheke petrolê kir

.

Çekdarên DAIŞê careke din êrîşî ser kêlgeha petrolê Bay Hesen ya li Kerkûkê kir 

Çekdarên DAIŞê careke din êrîşî ser kêlgeha petrolê Bay Hesen ya li Kerkûkê kir û polîsek kuşt û yekî din jî birîndar kir.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, îro berbangê hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî ser kêlgeha Bay Hesen li bakurê rojavayê Kerkûk kir û di encamê de polîsek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Di dema borî de çendîn caran êrîşî ser kêlgeha Bay Hesenê kiribû û bîrên petrolê teqandibûn, di encamê de jî hinaredekirina petrolê jî dihat rawestandin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye