Kerkûk/ DAIŞ ketiye nav gundên Kakeyiyan, mezargeheke pîroz teqandin!

Çekdarên DAIŞê li gundên Kakeyiyan li sînorê navçeya Daqûq a Kerkûkê belav bûne û mezargeha pîroz a Kurdên Kakeyî, mezargeha Seyid Zêbar Seyid Îbrahîm li sînorê Daqûqê teqandine.

Çekdarên DAIŞê li gundên Kakeyiyan li sînorê navçeya Daqûq a Kerkûkê belav bûne û di nava xelkê deverê de dest bi bangeşeya şerê li dijî Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê kirine.

 

Li gorî Rûdawê, çend yekîneyên çekdarên rêxistina DAIŞê çend roj berî niha derbasî nav gundê Hefte Xar li sînorê Daqûqê bûne û ji xelkê gund re behsa şerê li dijî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirine.

 

Hate ragihandin, ku çekdarên DAIŞê li gundê Hefte Xar çûne mizgefta gund û banga nimêja eşayê dane û piştî nimêjê bi bilindgoya mizgeftê ji xelkê gund re axivîne û ji wan re gotine, ku ji wan netirsin û ew nehatine ku xelkê bikujin. Li gorî wan zanyariyan, çekdarên DAIŞê herwiha gotine, “şerê me tenê li dijî Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ye.”

 

 

Welatiyekî gundê Hefte Xar bi navê Rizgar Celal derbarê rewşa gundên Kakeyî de dibêje: “Em bi ti awayî baş nînin, li vî sînorî ti hêzeke ewlekariyê lê nîne, heta ku digihe sînorê Hemrînê, senger vekirî ne, wê yekê jî girift ji me re çê kiriye. Dema ku em diçin ser kar, dilê me li cem mal û zarokên me ye û bi şevan jî me xew nîne.”

 

Rizgar Celal herwiha dibêje: “Heftiya bihorî 12 çekdarên DAIŞê li pey xalê min ketin û wî jî bi neçarî dest ji mala xwe û pez û ajelên xwe berda û reviya. Em ditirsin ji nişka ve êrişî me bikin û zirareke mezin bigihînin me.”

 

Hêza Kakeyî çend caran daxwaza alîkariya leşkerî û çek û teqemeniyan ji Bexdayê kirine, lê belê hikûmeta Iraqê ti bersivek nedaye daxwazên wan.

 

 

Çekdarên DAIŞê herwiha di heftiya bihorî de mezargeha pîroz a Kurdên Kakeyî, mezargeha Seyid Zêbar Seyid Îbrahîm li sînorê Daqûqê teqandine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin