Kerkûk – Biryara rakirina zimanî kurdî di ezmûnên dawiyê salê de hat hilweşandin

.

 Piştî biryar hatibû dayîn ku zimanî kurdî di ezmûnên dawiya salê li sînorê rêveberiya perwerdeya Kerkûkê bê rakirin, şandeyekî perwerdeya herêma Kurdistanê li gel wezîrê perwerdê yê Iraqê civiya û li ser hilweşandina biryarê rêkeftin.

Endama şandeya perwerdeya herêma Kurdistanê Perwîn Fatîh îro 01.02.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derbarê rakirina waneyên kurdî di ezmûnên qonaxa şeşem a seretayî û 3yê navendî û 6ê amadeyî de li Kerkûkê wek şandeyekî wezareta perwerdeya hikûmeta herêma Kurdistanê me li gel wezîrê perwerdeya Iraqê hevdîtin pêkanî û li ser hilweşandina wê biryara rakirina zimanê kurdî em rêkeftin.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku tenê yek rêkarekî koordînê bo hilweşandina temamî ya biryarê maye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin