Kerengên Çiyayê Qerejdaxê ku bi çêja xwe ya xweş tên zanîn li navçeya Sûrê li ser dezgehan ji bo kirînê amade ne.
Bi hatina demsala biharê re kulîlk dibişkivin û pincar çê dibe. Yek ji van cûreyên pincarê jî kereng in. Kerengên li dever ango Çiyayê Qerejdaxê şîn dibin jî bi nav û deng in. Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehên bajaran cihê xwe girtin. Îsal jî wek her sal kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in û bala xelkê dikişîne. Li navçeya Sûrê ya Amedê kerengên ji Qerejdaxê hatine ser dezgehan ji bo firotinê amade ne.
Du firoşkarên kerengan li ser dezgehek kerengên anîne strîyên wan jê jê dikin û ji bo firotinê amade dikin. Kîloya wan bi 12 lîreyan tê firotin.
Kereng bi çêj û tehma xwe ya xweş tên zanîn. Kerengên li ser dezgehan bala welatiyan dikişîne û xelk ji bo xwarinê dikire.
Kurdistan Haberleri
Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Li Batmanê, Li Ser Caddeya Gulistanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin