Kemal Kerkûkî: Me biryara vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê daye

Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Kemal Kerkûkî ragihand, wan biryara vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê daye.

Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Kemal Kerkûkî ragihand, bo yekemîn car piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an rêya navbera Kerkûk-Hewlêrê tê vekirin.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ku hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrişî Kerkûk û çend navçeyên din ên Kurdistanî kirin, rêyên di navbera Hewlêrê û sînorên bin kontrola hikûmeta Iraqê de hatibûn daxistin.

 

Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di destpêka heftiya dahatî de dê rêyên navbera Hewlêr-Kerkûk, Hewlêr-Mexmûr û tevahiya wan rêyan tên vekirin, ku pêwednî bi jiyana hevwelatiyan ve hebin.”

 

Kemal Kerkûkî herwiha got: “Hêzên pêşmerge li cihê xwe dimînin bi mebesta parastina wan cihan.”

 

Derbarê helwesta aliyê iraqî de jî, Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge da xuyakirin: “Em dê ji aliyê xwe ve rêyan vekin û ya ku dimîne, dikeve ser milê wan.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin