Kemal Kerkûkî bû berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDK li Kerkûk - Germiyan

Di çarçoveya guhertinên navxweyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Endamê polîtbîroya wê partiyê (Kemal Kerkûkî) bû berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê.

Di merasîmekê de, ku ji bo pevhevguhertina postê berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDK li Kerkûk û Germiyan hatibû rêxistin.

Berpirsê ofîsa rêxistina PDK Rêbwar Yelda balkişand ser rola berpirse berê Selah Delo û diyar kir, ku berpirsayetî li wê navçeyê cuda ye, ji ber ku akinciyên wê deverê ji netew û mezhebên cuda pêk tên.

Ev yek di demekê de ye, ku pêştir Partiya Demokrat a Kurdistanê, guhertin di ofîs û organên xwe de ragihandibû, di rojên derbasbûyî de guhertin di çend postên berpirsên Encûmena Serkirdatî û şax û organên din de kiribû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin