Keleha Nizarkê ya Duhokê dibe Muzaxenaya Enfalê

.

Rêveberê navenda lêkolînên jenosîdê li zankoya Duhokê Dr. Salim Casim diyar kir, Keleha Nizarkê yek ji wan cihê ku xelkê Duhokê tê de hatiye enfalkirin e û niha kar tê kirin ku Keleha Nizarkê bibe mûzexaneya Enfalan.

Rêveberê navenda lêkolînên jenosîdan li zankoya Duhokê Dr. Salim Casim ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Nav Keleha Nizarkê de 33 sal berî niha xelkê Duhokê hatin îşkence kirin û zulm û zordarî li xelkê Badînanê hat kirin û hatin enfalkirin. Heta îro 25.08.2021ê jî hin termên enfalbûyên Badînan ne diyar in. Herwiha heta niha cih û warên enfalan mane û me girîng û fer dît ku li gel rêxistina 88 a nasandina enfalan, li gel rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerê li Duhokê amadekarî bên kirin ku Keleha Nizarkê bibe mûzexaneya enfalan li Duhokê.’’

Salim Casim diyar kir: “Keleha Nizarkê dê bibe mûzexane û hemû tiştên enfalan dê di nav de bên parastin, ku her bimîne. Herwiha xelk bizane di vê kelehê de çi zulm û zordariyek ji aliyê rejîma dîktator a hilweşyayî ya Iraqê ya Beis ve li gelê kurd hatiye kirin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye