Keça Kurd a Mehabadî bû Şahciwana Îranê

Sonya Beytûşî ku ji Mehabadê ye xweşiktirîn keç a Îranê ya sala 2016an hat hilbijartin.

Sonya Beytûşî ku ji Mehabadê ye xweşiktirîn keç a Îranê ya sala 2016an hat hilbijartin. Musabeqeya şahciwanî li paytexta Îranê, Tehranê pêk hat. Yên ku di jurîyên de bûn hemû jin bûn.

Di musabeqa fînalê de 10 keç man û Sonya di nav wan de bû yekemîn û mafê ”Miss Grand International 2017” ku li Vîetnamê wê bê organîzkirin bi dest xist.

Sonya Beytûşî 25 salî ye, 8 sal e karê modeltiyê dike, li Îranê wek dizayner û modeleka Kurd tê nasîn. Di hevpeyvîneke xwe ya çendekî berê de gotibû ”Divê gelê Kurdistanê bi moda û dîzayn re bêtir aşîna bibe, ez ji bo wê dixebitim”.

 

MAGAZÎN Haberleri

Dixwazin 7 sal cezayê hepsê lê bibirin
Vê hefteyê 8 fîlm wê bikevin vîzyonê
Li Venedîkê festîwala fîlman destpêkir
Sezona sêyemîn a La Casa de Papel hat weşandin!
Gundê Qerezqelanê