Kazimî pêşwazî li balyozên Tirkiyê û Rûsyayê kir

.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi helkefta destbikarbûna wan bi cuda pêşwaziyê li balyozên nû yên Tirkiye û Rûsyayê li Iraqê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi helkefta destbikarbûna wan îro roja pêncşemê pêşwazî li Eli Riza Guney balyozê nû yê Tirkiyê û Elbrus Kontrachev balyozê nû yê Rûsya li Iraqê kir.

Kazimî di wê helkeftê de qala hevahengiya hevbeş ya di navbera herdu welatan de û amaje bi giringiya peywendiyên du alî yên  di navbera herdu welatan li ser bingeha rêzgirtina hevpar ya serweriyê kir ku asayîş û aramiya herdu welatan bihêz bike.      

Herwiha Mistefa Kazimî pêşwazî li Elbrus Kontrachev balyozê nû yê Rûsya jî kir û ligel wî jî qala peywendiyên du alî yên di navbera herdu welatan de kir û amaje bi geşepêdanên di berjewendiya herdu aliyan de  da.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye