Kazimî: Em amade ne li ser maseya diyalogê rûnên ji bo siberoja Iraqê

.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî do êvarî piştî civîna Encûmena Wezîran axivî û diyar kir, ew pêdagîr in li ser destpêşxeriya guftugoya niştmanî di navbera aliyên Iraqî de. Kazimî da zanîn, wê bi rêya destpêxşeriya niştimanî arîşeyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bibin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî do destpêxşeriya diyaloga niştimanî ragihand. Piştî civîna Papayê Vatîkanê Papa Francis, ew amade ne li ser maseya diyalogê rûnên ji bo siberoja Iraqê.

Mistefa Kazimî herwiha destnîşan kir, bi rêya guftugoya niştimanî, pêkan e ew hemû arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de çareser bikin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, do behsa diyaloga niştimanî kir li hemû aliyên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdisanê Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo wê banga diyaloga niştimanî ya Kazimî anîbûn ziman.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye