Kazimî: Cîgirê xelîfeyê DAIŞê li Iraqê hat kuştin

.

Serokê hikûmeta Iraqê ragihand, wan berpirsekî mezin yê DAIŞê kuştine.

Serokê hikûmeta Iraqê, Mistefa Kazimî ragihand, hêzên wan di operasyonekê de karîn cîgirê xelîfeyê DAIŞê û waliyê Iraqê, Ebû Yasir El Îsawî bikujin.

Kazimî piştî teqînên xwekujî yên çend roj berê yên Bexdayê, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kirin, gotibû, ewê tola wê yekê ji DAIŞê vekin.

Di wan teqînan de herî kêm 32 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye