Kazimî bi berpirs û fermandeyên Pêşmerge û artêşa Iraqê re civiya

.

Ji bo rûbirûbûna tevgerên DAIŞê, hêzên ewlekariyê yên Iraqê hevahengiyê ligel hêzên Pêşmerge dikin, bi taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Di civînekê de ligel fermandarên leşkerî û bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî dezgeha Hewalgîriyê û hêzên ewlekariyê raspardin ji bo hemû hewlên xwe ji bo rûbirûbûna DAIŞê bidin.

Kazimî tekezî jî li hevahengiya di navbera hêzên ewlekariyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge de kir, bi taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Ev di demekê de ye, demek e tevgera DAIŞê li çend navçeyên Iraqê bi û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye, pisporên leşkerî jî sedema sereke ya wê yekê vedigerînin, valahiya ewlekariyê ya li wan navçeyan.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin