Vedat Kaya ku bi 12 hevalên xwe yên polis, leşker û endamên MÎT’ê re ku di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dabû û bi KHK’ê hatibû îxrackirin, li Mêrdînê bi merasîma dewletê hat veşartin.
Polis Vedat Kaya ku bi 12 hevalên xwe yên polis, leşker û endamên MÎT’ê re di destê PKK’ê de bû û di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dabû, li gel ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin jî li Mêrdînê bi merasîma dewletê hat veşartin. Bavê Kaya Şehmûs Kaya, dayika wî Emîne Kaya, xwişk û birayên wî, Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Mûhterem Înce, Midurê Giştî yê Emniyetê Mehmet Aktaş, Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş û siyasetmedarên AKP’i tevlî merasîma ku li ber Mizgefta Şakir Nûhoglû ya li navçeya Artûklûyê hat lidarxistin bûn.
Di merasîmê de çîroka Kaya hat vegotin û li gel ku Kaya dema di destê PKK’ê de bû, bi KHK’ê hatibû îxrackirin jî qet qala vê nehat kirin.
Piştî nimêja cenaze Kaya hat definkirin.
Kurdistan Haberleri
PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye