Katalonyayê serxwebûna xwe îlan kir

Parlamentoya Katalonyayê serxwebûna Katalonyayê îlan kir

Parlamentoya Katalonyayê di rûniştina xwe roja bohirî de, biryara referendûmê pejirand û serxwebûna Katalonyayê îlan kir.

Weke tê zanîn di 1.10.2017an de li Katolnyayê referendûmek pêk hatibû û pirrayiya beşdarên referendûmê ji serxwebûna Katalonyayê re gotibûn 'Erê'.

Piştî îlana serxwebûnê, serokwezîrê Îspanyayê Rajoy jî diyar kir ku wan hikûmet û parlamentoya Katalonyayê fesih kiriye û niha ew xwediyê hemû erkên serokwezîrê Katalonyayê ye.

Hejayî gotinê ye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û gelek dewletên Yekîtiya Ewropay diyar kirine ku ew dê serxwebûna Katalonyayê nas nekin û Katalonya parçeyek ji xaka Îspanyayê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin