Karwanekî serbazî ya Hevpeymanîyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

.

Karwanekî serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê şeva borî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Karwanê serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku ji 45 barhilgir û otombîlên leşkerî  pêk dihat duh bi şev alîkariyên serbazî û lojîstîk ji bo binkeyên hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê veguhastin.

Karwanê hêzên Hevpeymniya Navdewletî di deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê re derbasî nav xaka Rojavayê Kurdistanê bûye.

Ji destpêka sala 2021ê ve, ev 14 emîn karwanê alîkariyên serbazî û lojîstîkî ye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî digihînin hêzên Amerîkayê li bakurê û rojhilatê Sûriyê.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin