Karwaneke çekdaran li sînorê Iraq û Sûriyê hat bombebarankirin

.

Kanala El Hurre ragihand; îro danê sibehê karwaneke çekdaran li nav axa Sûriyê û li nêzîkî bajarokê Qaîm ji aliyê firokeyên bêfirokevan ve hat bombebarankirin.

Jêderekî ewlehiyê derbarê vê mijarê de ji kanala El Hurre ya Amerîkî re ragihandiye; karwaneke serbazî ku ji Iraqê berê xwe daye Sûriyê, li nav axa Sûriyê ji aliyê firokeyên bêfirokevan ve hatiye bombebarankirin.

Jêderê ku nexwestiye navê were eşkerekirin, gotiye: “Piştre hêzên Heşda Şeibî cihê bûyerê dorpêç kirine û heta niha radeya zirarên giyanî û madî nayên zanîn.”

Li ser vê mijarê, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî bi rêya çavkaniyên xwe piştras kiriye ku firokeyên bêfirokevan ên nenas, wesayîteke tijî çek û teqemenî bombebaran kiriye, ku ji Iraqê bi rêya deriyekî sînorî yê neyasayî derbasî nav axa Sûriyê bûye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kiriye ku ew deriyê sînorî ji aliyê milîsan ve, ji bo veguhestina barên neyasayî û çek û teqemenî û derbaskirina çekdaran bo deverên sînorî yên Elbû Kemal ên derdora rojhilatê Dêrezorê, tê bikaranîn.

Li gor amarên Çavdêriyê, di nava vê mehê de firokeyên Îsraîlê sê car ew dever bombebaran kirin, ku milîsên ser bi Hîzbullaha Lubnanê li wê derê ne û îhtimala wê yekê heye ku bombebarana îro jî, ji aliyê firokeyên Îsraîlê ve hatibin kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin