Karwana yekem a Vaksîna Koronayê digihe Herêma Kurdistanê

.

Tê pêşbînîkirin di destpêka meha bê de jî karwaneke din a vîksînan bigihe Herêma Kurdistanê û Iraqê. 

 Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, sibe karwana yekem a vaksînên Koronayê ji Çînê digihe Herêma Kurdistan û Iraqê.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, sibe yekem karwana vakîsînên Koronayê (Sinopharm) ji Çînê digihe Herêma Kurdistanê û Iraqê. Pişkê Herêma Kurdistanê ji wê karwanê, 5 hezar vaksîn e.

Dr. Saman Berzincî got: “Beşek ji wê vaksînê li ser daxwaza Konsolê Çînê, li welatiyên Çînê yên li Herêma Kurdistanê ne tê dabeşkirin. Nêzîkî 4 hezar dane jî li rêveberiyên tendirustiyê têne belav kirin.”

Diyar kir jî, tê pêşbînîkirin di destpêka meha bê de jî karwaneke din a vîksînan bigihe Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Derbarê tomarkirina haletên nû yên nifşê nû yê Koronayê de, Wezîrê Tendirustiyê got: “Piraniya haletên Koronayê yên niha tên tomarkirin, ji cureya nifşê nû yê Koronayê ye.”   
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye