Karvedana yekîtîya 25 partîyên kurd li Rojavayê Kurdistanê

Nûnerê Tabet yê Yekitîya Neteweyan Yê Sûrîyeyê Geîr Pedersen ragihand ku hem rejîm û hem jî opozisyona Sûrîyeyê ji bo destpêkirina çareserîyan û amadekirina destûreke nû amade ne.

Navenda Nûçeyan - Li Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê pêşketinên nû rû didin. Rejîma Sûrîye û Opozisyona Sûrîyê daxwaza lihevkirinê guhandibûn Nûnerê Yekîtîya Neteweyan yê Sûrîyê Geîr Pedersen û piştre jî Tifaqek Nû ku ji 25 partî û rêxistinên kurd pêk tên di bin banê Partîya Yekîtîya Niştimanîya Kurd de berhev hatin. Sîyasetmedar û şîrovekarên sîyasî, wan pêşketinan ji bo Kurdistan24 nirxandin.

Nûnerê Tabet yê Yekitîya Neteweyan Yê Sûrîyeyê Geîr Pedersen ragihand ku hem rejîm û hem jî opozisyona Sûrîyeyê ji bo destpêkirina çareserîyan û amadekirina destûreke nû amade ne. Dîsa 25 partî û rêxistinên kurd yên li Sûrîyeyê jî yekhêzîya xwe ragihandin.

Şîrovekarê Sîyasî Doç Dr. Vehap Coşkûn da zanîn ku her çiqas rejîm û opozisyon amadekarîya xwe ji bo hevdîtin û çareserîyan ragihadibe jî, lihevkirina wan hêsan xuya nake û dê daxwazên wan di encamdayîna hevdîtinan de dîyarker bibe. Coşkûn balê dikşîne ku PYD bi partîyên nêzîkî xwe ra, navekî guhartîye û ger ku ENKS û partî û rêxistinên din yên kurd di nava tifaqê de nabin dê nûnertîya kurdan jî dîsa yekser nebe.

Vahap Coşkûn bal dikşîne ku di çareserîya Sûrîyeyê de hemû alî ji Rûsya û Amerîqayê daxwaza piştgirîya lihevkirinê de dikin û loma jî divê ewil ew herdû dewlet jî di çareserîyê de nêzî hev bin.

Cîgirê Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistan PSKê Bayram Bozyel jî balê dikşîne ku li Sûrîyeyê jî li Rojhilata Navîn jî, çareserîya pirsgirêkan di çareserîya pirsa kurde derbas dibe. Bozyel radigihîne ku li Sûrîyeyê hewldan ji bo yekhêzîya kurdan demeke berdewam e û yekhêzbûna kurdan jî dê hem di hevdîtinên bi rejîmê re, hem jî di dîplomasîya navdewletî de destên kurdan xurt bike.

Şîrovekarên sîyasî û sîyasetmedarên kurd, lihevkirina 25 partîyên kurd girîng dinirxînin, lê ji bo ku kurd li Sürîyeyê yekhêz û yekser bibin, divê bi ENKS û partîyên din re jî hevkarîyeke neteweyî bê kirin.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da