Karsazê HDPyî wenda bû

Li Amedê karsazê endamê HDPê hat revandin û heta niha ti agahî jê nehatine wergirtin. Wesayîta Karsaz Kamil Acar, li ser rêya di navbera Sêwereg û Amedê de li nêzî gundê Pirinçli hat dîtin.

Wesayîta Karsaz Kamil Acar ku di heman demê de endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e, li ser rêya di navbera Sêwereg û Amedê de li nêzî gundê Pirinçli hat dîtin.

Heta niha ti agahî ji Kamil Acar nayên wergirtin.

HDP: Polêsan ew desteser kir!

HDPê jî di derbarê Kamil Acar de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li gor şahida Acar ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û çarenivîsa wî ne diyar e. Di daxuyaniya HDPê de hat gotin, “Em bang li rayedaran dikin ku bila rewşa Kamîl Acar zelal bikin. Em ji rayedaran dixwazin ku têkildarî Acar agahiyan bidin û aqûbeta wî eşkere bikin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin