Karmendekî Heyva Sor a Tirkiyê li Babê hat kuştin

Tirkiye radigihîne, li devera El Babê, otombêla Heyva Sor a Tirkiyê rastî êrişê hatiye, karmendek hatiye kuştin.

Dezgeha Heyva Sora Tirkiye da xuyakirin, otombêleka wan li devera Cerablus û Babê rastî êrîşeke çekdarî hatiye û di encamê de karmendekî wan canê xwe ji dest daye û karmendek jî birîndar bûye..

Serokê Heyva Sora Tirkiyeyê da xuyakirin, karên xêrxwazî û xwebexş yên Dezgeha wan di bin parastina navnetewî de ne ku li ser otombêlê nîşaneyên heyva sor bi awayeke vekirî diyar bûn.

Bab û Cerablus ji çar salan zêdetir e, di bin kontrola Tirkiyeyê de ne û navçe ji hêla hêzên Tirkiyeyê ve tê birêvebirin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin