Karkirê Diyarbekirî li Stenbolê hat şewitandin!

Bîrayê Mehmed, Suphî Aytaç îddîa kir ku bûyer bêyereka nijadperestî ye.

Li gor rojnameya Tirkiyê ya 'Evrensel'ê  karkirê kurd ê bi navê Mehmed Aytaç ku ji Erganîya Diyarbekirê ye û li ser înşeata pira sêyem a Stenbolê kar dikir, ji alîyê hevalê xwe ve hat şewitandin. Aytaç dema razayî bû ji aliyê hevalê xwe yê odê ve ku beriya niha niqaşek di navbera wan de çêbûbû, hat kuştin. Bîrayê Mehmed, Suphî îddîa kir ku bûyer bêyereka nijadperestî ye.

Herweha Suphi Aytaç diyar kir ku birayê wî beriya du hefteyan li wî geriya ye û ragihandiye ku li wê derê ne rehet e û wî qebûl nakin. Suphî dibêje: “Dema ku Mehmed li odê razayî bû, derî li ser digirin paşê jî bi 6 lîtrên benzînê şewitandine. Ev bûyer siyasî ye. Ez dixwazin kesên ev kirîye bên cezakirin.” 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin