Karbidestekî payebilind ê amerîkî serdaneke surprîz kir bo Sûriyeyê

.

Li gorî nûçeya malpera Axiosê, Nûnerê Amerîkayê yê karûbarên Sûriyeyê, Daniel Rubinstein bi serdaneke nişka ve çû Sûriyeyê û bi Wezîrê Derve yê nû yê wî welatî Esed Şeybanî re civiya.

Nûnerê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyeyê Daniel Rubinstein nîgeraniyên Washingtonê yên derbarê tundûtûjiya li dijî civakên kêmpar de ji Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeibanî re ragihand.

Hat diyarkirin ku rayedarê Amerîkayê bi serdaneke nişka ve çûye Şamê, bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re hevdîtin pêk aniye û bang li rayedarên Sûriyeyê kiriye ku demildest dest ji tirsandin û tundiya li dijî civakên kêmpar berdin.

Li gorî nûçeya Axiosê, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê tekez jî kiriye ku ew kesên ku tundûtûjî li dijî kêmparan pêk anîne, endamên Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) in.

Rojhilta Navîn Haberleri

Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye
Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?