Kampa Holê | 2 welatiyên din ên Iraqî hatin kuştin

.

Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, bûyerên kuştinê berdewam e. Li kampê 2 welatiyên din ên Iraqî hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, di vê mehê de ev bûyera 8an a kuştinê ye. Berî 2 rojan jî, welatiyekî Iraqê li wê kampê hatibû kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji destpêka vê salê ve, heta niha li Kampa Holê 40 kes hatine kuştin û piraniya wan bi çekên bê deng hatine gulebarankirin.

Li Kampa Holê, Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, 5ê vê mehê karê xwe rawestand û Netewên Yekbûyî jî hişyarî da û got, rewşa wê kampê wê hêj xirabtir bibe.

Berî niha Hikûmeta Iraqê ragihandibû, ku ew welatiyên xwe yên Iraqî, ji kampa Holê wernagire.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan