Kamîran Haco: Amerîka beşdarbûna ENKS li “Navçeya Aram” girîng dibîne

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ragihand ku Amerîka beşdariya ENKSê di ‘Navçeya Aram’ de girîng dibîne

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ragihand ku Amerîka beşdariya ENKSê di ‘Navçeya Aram’ de girîng dibîne û herwiah got ku ji wan re hatiye gotin tenê xelkê wan deveran dê bên vegerandin û jibilî wê ti kes li wan deveran nayên bicihkirin.

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), li Washintonê bi alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîka re civiya û Navçeya Aram, beşdarbûna ENKSê di wê navçeyê de û pirsa vegera koçberan û çend pirsên din yên girêdayî destûra Sûriyê gotûbêj kirin.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco û Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Ibrahîm Biro beşdarî bernameya ‘Bi Dema Washintonê’ ya Rûdawê bûn û civînên li gel berpirsên amerîkî nirxandin.

Kamîran Haco ragihand ku Amerîkayê ji wan re gotiye ku hebûna ENKSê li Navçeya Aram dê pir girîng be, lê divê lihevkirinek di navbera wan û PYDê de bê kirin û got, ku ew dikarin aloziyên li ser sînor kêmtir bikin û pêwendiya li gel welatên cîran jî baştir bikin.

Şanda ENKSê li Wezareta Derve ya Amerîkayê li Washintonê, li gel Coyil RayBorn, alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîka re civiya û mijarên wekî Navçeya Aram ya li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de û despêşxeriya Fransî ya ji bo nêzîkirina aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, gotûbêj kirine.

Herwiha Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Ibrahîm Biro got jî got ku  ku şanda wan û RayBorn, tirsa Kurdan ji dosya vegera koçberan Sûriyê bo nav deverên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine.

Hevdîtina şanda ENKSê û Coyil RayBorn, alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê, ku di heman demê de alîkarê şanderê taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê James Jeffrey e, saet û nîvekê li ber xwe da.

Herweha Kamîran Haco ji Rûdawê re ragihand, ku di civîna li gel aliyê Amerîkî de, ji wan re zelal bûye, ku ti penaberên Sûriyê ji bo guhertina demografiya navçeyê, bo Navçeya Aram nayên şandin, û tenê dê penaberên ku xelkê navçeyê ne, vegerin cih û warên xwe. 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir