Kamala Harris di NY de axaftina xwe ya ewilî kir

.

Cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris cara ewilî li Neteweyên Yekgirtî axaftina xwe kir. Harris ragihand ku statuya jinê nîşana demokrasiyê ye û eger wekhevî tinebe dê demokrasi jî tinebe. Harris got ku dê bo her duyan jî têkoşîna xwe bide.

Kamala Harris bi rêya vîdeoyê tevlî komîsyona xurtkirina jinê û cînsiyeta wekhevî ya 65 em ya NY bû ku her sal tê lidarxistin. Harris got ku her diçe demokrasî dikeve bin zorê de û ev 15 sale di çapa navdewletî de azadî û serbestî kêm bûye heya ku civaka navdewletî aciz dike.

Kamala Harris ragihand ku jin di mekanîzmeya biryarê de ciyê xwe nestîne, ev tê vateya demokrasiyeka ku kêmasiya wê heye. Eger jin xurt bibe, wê demokrasî jî xurt bibe. Harrîs weha dewam dike:

“Wekhevî nebe demokrasi jî nabe. Statuya jinê statuya demokrasiyê ye. Amerîka bo her dû yan xurt bike dê bixebite. Divê em di asta navdewletî de hevkariya xwe xurt bikin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye