Kalınî, li ser hevdîtina digel Boltonî daxuyanî da

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin liser hevdîtina digel Şêwirmendê Netewî yê Trump, John Bolton civîneke rojnamevanî li dar xist.

Kalin got ku helwesta Tirkiyê ya derbarê YPGê de zelal e û wan du dosyeyên sor ên li ser tawanên mafên mirovan ên PYDê pêşkeşî John Bolton kirine.
 

Kalin li ser pêknehatina hevdîtina Erdogan û Bolton jî got ku Erdogan ji bo hevdîtinê soz nedabû John Bolton ku muxatabê wî diyar e û daxuyaniyên Bolton ên li Îsraîlê jî bûne sedema bertekê.

Îbrahîm Kalin herwiha bal kişand ser ku daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê parastina Kurdan de û gotinên rayedarên Amerîkî yên; ‘Tirkiye bikeve Sûriyê dê qetla Kurdan bike û Kurd zirarê bibînin’ bi bîr xist û got, ew propagandaya PKKê ye.

Kalin daxuyakirin, “Kurd jî tê de ji bo li Sûriyê can û malê ti kesekî sivîl zirarê nebîne, Tirkiye berpirsiyariya xwe bi cih tîne û dê werîne.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin