Kalın: Em ê Efrînê radestî Sûriyeyê nekin

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, Tirkiye piştî kontrolkirina Efrînê, wê herêmê radestî hikûmeta Sûriyê nake.

Îbrahîm Kalin îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, hêzên Tirkiyê di çarçoveya Operasyona Çiqla Zeytûnê de %70ê herêma Efrînê kontrol kirine û diyar kir, ku di demeke nêzîk de ew dê navenda bajarê Efrînê jî kontrol bikin.

 

Kalin derbarê Minbicê de jî got, ku Tirkiye û Amerîka li ser rewşa Minbicê li hev kirine û got, li gorî nexşerêya Waşington û Enqerê dê Minbic bibe devereke aram û li sînorê Minbicê herêmeke ewle were avakirin.

 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê amaje bi ji kar dûrxistina Rex Tillerson ji posta Wezîrê Derve ya Amerîkayê jî kir û got, guhertina Rex Tillerson û hatina Mike Pomeo bo ser wezareta derve ya Amerîkayê bandorê li ser rêkevtina Waşington û Enqerê ya derbarê Minbicê de nake.

 

Îbrahîm Kalin destnîşan kir, divê Amerîka pabendî rêkevtina li ser Minbicê be.

 

Kalin da xuyakirin, PKKê û YPGê dixwastin ku Efrînê bikin Qendîleke din, lê bi Operasyona Çiqla Zeytûnê ew yek hat betalkirin.

 

Derbarê rewşa Xûteya Rojhilat de jî, Kalin diyar kir, Îstixabata Tirkiyê bi hikûmeta Sûriyê re derbarê derxistina çekdarên Eniya El-Nusrayê ji wê herêmê dixebite

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin