Kalın: Amerîka êdî çekan nade YPGê

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin duh bi rêya telefonê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê H.R. McMaster re axivî û di axaftinê de ji Tirkiyê re hatiye tekezkirin ku "êdî ji YPGê re çek neyê dayîn".

Li gor ajansa nûçeyan a AAyê, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê H.R. McMaster duh bi şev pêwendiyeke telefonî pêk anîne.

 

Hat ragihandin ku her du aliyan li ser operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê gotûbêj kirine û mijara ku wê çekan nedin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye pesendkirin.

 

Herwiha Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin ji Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê McMaster re diyar kiriye ku divê guh bidin nîgeraniya asayîşê yên Tirkiyê, ji bo ku pêşî li ber fêmkirinên şaş were girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin