JUDENRAT çi ye?

Cano Amedî

Cano Amedî

Li gorî çavkanî û zanyarîyên Wikipediyayê di derbarê bersiva vê pirsê de ez gihîştim vê encamê:

JUDENRAT, li herêmên di bin dagirkeriya Nazîyan de wek Polonya, Lîtvanya, Ûkrayna, di gettoyên Cihûyan de hatibûn damezrandin û ji wan re hatibû peywirdarkirin ku li ser navê rayedarên Nazîyan, civaka Cihû ya wê herêmê bi rê ve bibin.

Têgeha "Judenrat" bi zimanê Elmanî "Jude" (Cihû) û "Rat" jî (Konsey) îfade dike. Judenrat, Konseya Cihûyan. Di dema serweriya Nazîyan de,  ev konsey an komun li herêmên dagirkirî hatibûn damezrandin û organên rêveberiya Cihûyan bûn ku bi fermana rêveberiya Nazîyan dimeşîya. Judenratên ku di dema Hitler de hatine bikaranîn, ji aliyê dîrokê û mirovahiyê ve jî weke sembola rûreşî û tawanbarîya herî giran tên nasîn û ji aliyê dadgehên mafê mirovan ve hatiye mehkûm kirin.

Li gorî çavkanîyên nivîskî bi kurtayî armanca damezrandina Judenratê em dikarin ewha îfade bikin:

Rayedarên Nazî, li şûna ku civakên cihû rasterast bi rê ve bibin, tercîh kirin ku komek rêberan ji nav wan hilbijêrin û vê komê wekî navbeynkar bikar bînin. Bi vî awayî civata cihûyan bi hêsanî kontrol bikin û li gorî armancên serweriya xwe bikar bînin.

Ferman û sîstem bi riya van konseyan dihatin ragihandin û bi rêve dibirin. Bi şêweyek derûnî, kontrola li ser civata Cihûyan "ji nava civakê"  ve dihate misogerkirin!

Erkên Judenratan:

Fermanên Nazîyan bi cih bînin. (mînak, serjimêrî bikin, lîsteyên kampan yên kar amade bikin). Kesên ku dê ji bo karkirina bi zorê bişînin hildibijêrin. Bac û malên wan berhev bikin.

Jiyana rojane organîze bikin, wek belavkirina xwarin û dermanan û hwd karên paqijîyê bikin. Di bin fermandariya SSan de organizesîyona polîsên Cihû, di damezrandin û bi rêve birinê de tevdigerin.

Disa di amadekirina lîsteyên sirgûnê de alîkarîya SSan dikin. Pirî caran ji bo kampên mirinê yên wekî Auschwitz werin şandin mirovên dijî Nazîyan hilbijartine û şandine mirinê.

Endamên Judenratan bi piranî endamên navdar û rewşenbîr ên civakên cihûyên herêmî bûn e. Di wan demên dijwar de ji bo berjewedîyên xwe jî di warê exlaqî, hûqûqî, mirovahî û dîrokî de gelek karên xirab, rol û erkên dijî mirovahiyê bi cîh anîne, di kûrahîya sosyolojîya civata xwe de û di mejîyê hevbeş yên dîrokî de jî rê li ber travma, trajedî û tevlihevîyên mezin vekirin! Bi helwest û parastina berjewendîyên xwe, rê li ber Nazîyan xweştir kirine. Ji dêvla berxwedanek civakî, an milî, piştgirîya Nazîyan û rêvebiriya Hitler kirine.

Di pirtûka bi navê JUDENRATê de niviskar Hannah Arendt, li ser rola Judenratan di Holokostê (jenosayda Cuhîyan) de lêkolin dike û di derbarê pasîfbûn û hevkariya hin rêberên Cuhîyan de belgan tomar dike. (Holokost weke têgeh, jenosayda ku li dijî cihuyan de di pêşengiya Adolf Hitler û Naziyan de pêkhatîye îfade dike.)

Dîroknas dibêjin, Judenrat, beşekî ji mekanîzmaya komkujî, kontrol kirin û zextên tunekirinê ya rejîma Nazîyan bixwe bû. Endamên van konseyan, dema ku civaka xwe temsîl dikirin, di heman demê de bûbûn beşek ji sîstema Nazîyan. Ji ber ku piraniya biryarên wan mijarên jiyan û mirinê dihewandin, ev konsey di dîrokê de her dem di navenda nîqaşên exlaqî û dîrokî de hatin munaqeşekirin û hatin mehkûm kirin.

Piştî pêvajoya ku paradîgma ji aliyê Bahçeli, Erdoğan û Öcalan ve hat eşkerekirin têgeha JUDENRATê zêdetir  ket rojevê û hat munaqeşekirin.

Di bin navê wê têgehê de têkoşîn û berxwedana milletê Kurd ya ji bo azadî û desthilatdariyê hatiye meşandin ji alîyê hinek xêrnexwazan ve tê munaqeşekirin.

Hê sîstema JUDENRATê li holê tune bû, Şêx Ubeydulah Nehrî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Elî Şêrê Qoçgirî, Şêx Seîdê Palo, Seyid Riza, Xoybûn - ÎHSAN Nûrî paşa û hwd ji bo azadîya milletê xwe tevdigeriyan û berevajî aqilmendên Nazîyan, berevajî kemalîst û dagirkeran di nav hewldanên berxwedanê de bûn. Di wan deman de jî "Judenratên kurd" di nav refên Îttîhad Terakki û Kemalistên hov de cîh digirtin li dijî berxwedanên kurd têdikoşiyan û îro jî têdikoşin.

Qazî Muhamed û hevalên xwe, di şertên herî dijwar de Komara Kurdistanê avakirin, Şoreşa ÎLONÊ, Otonomîya salên 1970an, pêvajoya Komkujî û Enfalan, damezrandina Hikumeta Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê nimûneyên girîngin di dîroka Kurdistanê de. Destkeftiyên hene bi xwîn û keda milletê Kurd hatiye mîsonger kirin. Tu mafê kesekî an hêzekî tuneye ku daxwazên dagirkeran li ser milletê xwe ferz bike. Ji ber wê yekê em dibêjin:

Rast e, ew kes û alîyên mafên milletê Kurd yên kollektîf înkar dikin;

Ew kes û alîyên li dijî guhertina sînorên îroyin hewldidin û mafê Mîsakî Milî diparêzin;

Ew kes û alîyên ji mafê desthilatdariya milletê xwe dûr dikevin û desthilatdariya dagirkeran ser milletê xwe ferz dikin;

Ew kes û alîyên peymana Lozanê û paradîgmaya Mîsakî Milî li ser milletê Kurd ferz dikin;

Ew kesên ku bi têgehên berevajî hişmendîya netewî û dirokî "reset" dikin; 

Ew kes û alîyên ji bo berjewedîyên xwe di nav milletê Kurd de bingeha dijminatî û têkçûnan geş dikin;

Ew kes û alîyên destkeftiyên îro hene dixin xeterê û rê li ber dagirkeran geş dikin JUDENRAT in. 

Dîrokê, çendî carî daye îspat kirin ku tevî hemû zehmetî û berdêlan, milletên ji mafên xwe yên netewî bêpar mane, bi têkoşîn û berxwedanên milî gihiştine armancên xwe. Em di wê bawerîyê de ne ku milletê Kurd bi hevkarî û têkoşîna xwe ya milî wê bi ser bikeve. Ne hêzên “Qutikreş”, ne hêzên mil bi sembol, ne jî hêzên rûyên xwe vedişêrin, nikarin pêşî li lehî û bahozên kurdî bigirin. Kilîta derîyê azadî û desthilatdariyê di kûrahîya dîyalog û hevkariyên milî de veşartiye.

11.6.2025.