Jonhson: Putin dîktator e

.

Serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson paketa dorpêçên li dijî Rûsyayê ragihand û heyiyên temamê bankayên mezin yên Rûsyayê ku li Îngîltere ne da rawestandin. Johnson ragihandina xwe di kamara Awamê de kir û got; wê dorpêçên herî xwurt deynin ser Rûsyayê.

Johnson behsa deh tedbîran kir û got ku wê dest deynin ser heyiyên banka Rûsyayê ya bi navê VTB ku xwediyê 154 mîlyar Sterlîniye û wê dest deynin ser temamê bankayên Rûsya yên li Îngîltere. Wê Îngîltere qanûn derxe ku hemwelatiyên Rûsyayê karibin di hesabên bankayên Îngîlîz de miqdarekî pere bikarbînin û ji bo nikaribin xwe bighînin sîstema Rûsyayê ya bi navê SWIFT ê, wê bi endamên G7 û NATO re bihevre bixebitin.

Wê dorpêçê deynin ser şîrketa herî mezin ya bi navê Rostecê û gelek kes, dezge û saziyên pêwendîdarên wan. Roja sêşemê wê qedexe deynin ser şîrketên Rûsyayê yên ku ji bazara Îngîltere fînansê temîn bikin û ji bo wan qanûn çêbikin. Wê îzna lîsansa şîrketên ku mal difroşin Rûsyayê bidin rawestandin.

Wê qedexê deynin ser şîrketa seferên hewayî ya Rûsyayê ya bi navê Aeroflot ê û wê balafirên Rûsya nikaribin herin Îngîltere. Wê ev tedbîr heya Belarûsê bên firehkirin.

Wê Îngîltere tedbir bistîne ku li Îngîltere ji bo Rûsyayê perê nê bexşandin û li hemberê wan kesan wê ‘qanûna sûc ya aboriyê’ bixin rojevê.

Avrupa Haberleri

Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend