Joe Biden vaksîna Koronayê li xwe da

.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden îro roja duşemê 21.12.2020an li pêş kamerayan vaksîna COVID-19 li xwe da ku bawerîya gel bi ewlebûna wê vaksînê bîne.

Serokê hilbijartî Joe Biden vaksîna Pfizer li xwe da û cîgira wî Kamala Harris jî hefteya paştir wê derziya vaksînê li xwe bide.

Biden soz dabû ku dijî vîrusa korona têkoşîneke xurt bide ku heta niha bûye sedema mirina pirtir ji 300,000 Amerîkîyan.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi, rêberê Piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell û endamên din yên Kongresê roja înê vaksîna COVID-19 li xwe dabûn.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye