Joe Biden sûnd xwar û bû serokê 46an ê Amerîkayê  

.

Sîyasetvanê dêrîn û senator û cîgirê berê yê seroka Amerîkî Joe Biden, ku di hilbijrtinên meha Mijdarê de serketî bûbû, îro Ç-çarşemê bi fermi sond xwar û bû serokê 46an yê Amerîka.

Dadwerê serekî yê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka Joihn Robers mersoma sondxarina Serok Biden bi rêve bir.

Di merasîmê de Cigirê Serokê Amerîka Mike Pence, serokên berê Bill Clinton, George Bush û Barack Obama û gelek kesitîyên navdar ji amade bûn.

Di merasîma sûndxwarinê ya Joe Biden ragihand ku ew ê Amerîkîyan nêzî hev bike û birînên heyî derman bike.

Herwiha Biden, di merasîmê de soz da ku rêvebirîya wî dê nûnertîya tavahîya Amerîka bike ku herkes dikare bi rengê xwe tê de cîh bigire.

Tîma Biden ji medya Amerîkî re ragihandibû ku Serokê nû Biden îro paşnîvro piştî sondxwaronê wê hin fermanên qanûnder (executive order) derxe ku jimareke biryarên Trump pûç bike.

Joe Biden ku 78 salî ye, dibe serokê herî temenmezin yê dîroka Amerîkî.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye