Joe Biden: Cezayên li ser Îranê nayên rakirin  

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje, sizayên li ser Îranê nayên rakirin, jiber Tehran rêzê li li bendên peymana navokî nagire.

Di hevpeyvîna li gel kenalê CBS de ku îro roja yekşemê hatiye weşandin, pirsa derbarê ew şiyan hene ku siza ji ser Îranê rabin û Tehran veger ser maseya danûstendinan bo berdewamkirina lihevatina sala 2015ê, serokê Amerîka Biden di encama bersivdanê de got "Nexêr" 

Dema ku ji Biden hat pirsîn ku divê Îran "Pîtandina Uraniomê rawestîne " Biden serê xwe dihijîne û bi wateya ku erê dive wehabe.

Herwiha tê çaverê kirin ku êvariya Yekşemê temamiya hevpeyvîna li gel serokê Amerîka Jo Biden di kenala CBS de bihê weşandin.

Piştî danûstaindên dirêj û dijwar sala 2015ê Amerîka li gel Îranê giha rêkfetinekê da ku Îran nebe xwedî çekê navokî. Çîn, Rûsya, Almanya, Frensa û Brîtanya rêkeftin li gel Îranê îmze kir.

Donald Trump serokê berê yê Amerîka sala 2018ê xwe ji wê peymanê vekişand û bi xeraptirîn lihevhatin binav kir û da zanîn ku rêkeftinek ne temame û vekişîna Amerîka ji wê peymanê bi kontrol kirina "tevgeriyanên Îranê yên li rojhilata navîn ve girêda".

Piştî vekişiyana ji peymana navokî ya bi Îranê re Trump hejmarek sizayên giran li ser Komara Îslamî ya Îranê feriz kirin, pêşî ew siza li ser Îranê hatbûn sist kirin jiber pêgiriyên wê bi peymana 2015an.

Serok Biden, soza vegera peymana navokî dabû eger ku Îran bi temamî pêgiriyê bi şert û mercên peymana navokî ya 2015ê bike.Lê her îro Yekşemê rêberên Îranê bi taybet rêberê olî û berpirsê sereke Ayatullah Elî Xameneyî gotiye "Eger ku bixwazin Îran pabend be, divê ku Amerîka hemû sizayên li ser wê hilîne."


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike
Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike