Jiyana Talebanî dibe fîlm

Jiyana Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî dibe fîlm.

Berpirsê Xebatên Hûnerî ya Balyozxaneya Îranê li Bexdayê Xulam Reza Xebazî serdana Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê kir û got ew dixwaze li ser jiyana Celal Talebanî fîlmekê bikêşînin.

Xulam Reza Xebazî li Hewlêrê hevdîtinek ligel Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Xalîd Doskî re pêk anî û diyar kir ku welatê wî dixwaze ligel Başûrê Kurdistanê pêwendiyên kulturî xurt bike.

Berdevkê Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Ferheng Gomeşinî ji Rûdawê re got Xebazî ragihand ew dixwaze ser jiyana Talebanî fîlmeke çêbikin û Doskî jî bersiveke erênî daye.

Ferheng Gomeşinî wiha got: “Wezîr Doskî got ewê di aliyê teknîkî ve alîkariya wan bike.”

Gomeşinî da zanîn ku dema destûr ji Mam Celal, rêveberiya YNK û malbata Talebanî hat wergertin xebatên çêkirina fîlmê des pê bike.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")