Cano Amedî
Dema em lidîroka têkoşîna xwe ya siyasî ya nêz dinêrin, wekî şahid yan "aktorên" rasthatî yên pêvajoya borî dibînin ku; di serdema heyî de, di xala avakirina çîrokeke serketî ya têkildarî encamên hevkarî û yekîtiyan yên hewildanên cuda yên siyasî de, mixabin em nikarin behsa serketinek kolektîf bikin. Dema ev rastî tê nirxandin, em dibînin ku her kes ji "koşka xwe ya bi şeml", ji taxa ku lê dijî yan jî ji qada dîtina kursiya ku lê rûniştiye, kozika êrîş û parastinê xweş dike û hewl dide li ser vê zemînê bibe hêz.
Em zanın ku ev hişmendî, wek nexweşiyek bı girr e ku ji dehlîzên îdeolojîk ên borî derbasî roja me bûye. Polîtîka tifaqan ya buhirî ku demode bûye, tespîta armanc-asteng û plansaziya ji xalên kor yên îdeolojîyên ji duhî de mane, bi giştî sedemên sereke yên demsala wendabûn û têkçûna îro ne. Tevî van rastiyan, hê jî li taxên siyasî hişmendiya destxistina zemîna dijber an bêbandorkirina wê hêzê û jê sûdgirtin serdest e. Lewma, sedema bingehîn a ku çalakî û "kêf û şahîyên" rojane yên di qada polîtîk de bêkêr û seqet dimînin, ji ber vê nexweşiya bi girr e ku di hişan de kon vegirtiye. Heta ku ev nexweşî bi şêwazekî rast neyê tespîtkirin û qebûlkirin, çareserîya wê jî dê bi pirsgirêk û zahmet be.
Çawa ku rengên cuda li ser heman kevnî tên ba hev û dibin dîmenek, di siyasetê de jî yên ji hev cuda mane, jibo ku bên ba hev, bi rêya rêxistiniya torên civakî û hevpariya mejiyên berhemdar, afirandina berhema "endezyarîya civakî" dê pêkan be. Loma jibo avakirina vê zemîna hevbeş û asasê rêbaza ku tevlî parastina cudahiyan bi hevre meşîn jî bi destnîşankirina xalên cuda û yên di ahengê de destpêdike Her çend rê û rêbazên çanda û hunera di pêşerojê de bi hevre jiyana berbe heman armancê ve ku tevlî ku cihêreng e jî bi rastiya "riya aqil yek e", tecrubeya ku em bi hevre siberojê avabiki, di dehlîzên duhî de veşartiye. Ji bo ku em di kûrahiya van dehlîzan de winda nebin, te bi hevre li ser Duhî, Îro û Siberojê bi dengê bilind bifikirin!
Çawa ku li daristanekê nikirin dara berûyê bi zorê bikin dara çinarê, li ser zemîna têkoşîna civakî jî cudahiyên siyasî û civakî kirina yek rengî, di heman demê de hewildanek bêwate û pûç e. Wekî tê zanîn, her dar li ser koka xwe bilind dibe, lê şaxên wan li heman esmanî digihîjin hev. Dîsa, her cureyekî çivîkan dema bi refê xwe re baskan vedidin, di ezmanê bêdawî de tama azadiyê keşf dike. Wekî vê metafora rêdide; di sîyasetê de kesên ku di kûtubên cuda de ne, bi hişmendiya heman armancê, di rêyên cuda re bimeşin û bixwazin zemînekî hevpar ava bikin, ev yek bi qebûlkirina pêwîstiya vê çanda hebûnê û rastiya serkeftina kolektîf û bi rêzgirtina li hevparên xwe dest pê dike. Ji bo vê jî gava yekem; ne wek “şaşiyek” ku em kesekî li hemberî xwe îkna bikin, lê wekî "hevpar"ekî ku ruyekî din ê rastiyê temsîl dike bibînin û divê li gorî wê em bi hevre pergalekî hiqûqî yê hevpar avabikin.
Lewma, erk û berpirsiyariya esasî ya şahihên duhî, nûnerên îro û aktorên sibehê girîng e. Erka vê berpirsiyariyê, dewirkirina mîraseke erênî, tecrubeyeke kolektîf û çanda têkoşînê, ji bo nifşên pêşerojê, erkeke mirovî û siyasî ye. Ji bo çalakbûna van erk û berpirsiyariyan û pêşketina çanda têkoşînê ya hevbeş û bibe parek civatê, bi rê û rêbazê cuda serwerkirina aqilekî hevbeş û jibo bi hevre avakirina zemîna xebatê, divê em bi rêberîya nexşerêyek ji qonaxên cûrbicûr pêktê, şopên ku armancên şênber pêşme dike taqîp bikin.
Bêguman, ji bo ku em li ser zinarên îdeolojîk yên duhî û îro pireke ewle avabikin, divê bi hişmendiyeke kevpar ji herî binî de dest bi kar bê kirin. Daxwazên neteweyî yên bingehîn û nirxên mirovî yên wekî edalet, aramî, refah û azadî ku hesreta hevpar a her mirovekî ye, qonaxên sereke ku nayên nîqaşkirin. Lewma, tespîtkirina xalên herî kêm yên hevpar û rêya peydekirina zemîna hevpar, di keşfkirina van xalên "hevpar" re derbas dibe. Ji bo vê jî armanca bingehîn divê ne têkbirina yekî, lê têhihîştina wî û bi hevre meşandin di yek riyê de be. Bêbandorkirina yê hember, veguhestina wek fîgurekî îzolekirî û dijber ku ji alî karaktera nexweşîya îdeolojiyên kor ve hatiye afirandin. Jiyîna di derbasbûnê de û di hînbûnên nexweşî de israrkirin, bi xeyala hevaltiyek seqet ya çil-pêcî sal berê jîyîn, bi zanîn an nezanî hevparîya bi xerabiyan re ye. Ev dibe sedemê pêşîgirtina mafê xeberdana yê hember, rêgirtin û astengkirina ramana wî ye Ji bo rêgirtina pêşdaraziyan, bê ku nêtê bixwîne û jibo vekirina deriyên diyalogê, berî her tiştî guhdarkirin û fêmkirina yê hember pêwîst e. Ev pêdivî, di heman demê de riya herî bi bandor a diyaloga mirovî û siyasî ye.
Dîroka me ya nêz nîşan daye ku heta em cudahiyan wekî dewlemendiyekê kod nekin û bi vê bawer nekin, grafîka serkeftina me di xala avakirina aqilekî hevpar, çandeke kolektîf û îradeyeke neteweyî de dê her tim bi nîqaş be. Kodên bingehîn ên serketin û binketinê di xalên kor ên labîrenta îdeolojîk a borî de veşartî ne. Divê mirov vê bibîne û ji bo çareseriyê ji xwendinên nû re vekirî be. Berevacî, hewildana xwendin û têgihiştina pêvajoyê, di bin siya prîzmayên polîtîk ên borî de dê kêm bimîne. Ji bo ku di ronahiya tecrubeyên borî de em bibin xwedî vîzyoneke fireh, em neçar in di xeleka perspektîfa siyasetê ya neteweyî de bala xwe bidin "xwendinên nû".
Heger em bikevin pey nexweşiyên "marka" yên dîyar ê borî, em nikarin xwe ji girêdana hînbûna avakirina koroyeke ku yekdengiyê esas digire rizgar bikin. Divê em qebûl bikin ku nêrînên cuda, refleksên cuda û xwendinên cuda wekî supapên ewlehiyê ne ku rê li ber koriya civakî digirin. Parastina cudahiyan, dîtîna rê û rêbaza wê ji "gefê" derxistin û veguheztina wê wek "hêzeke çavdêrîyê", bi aqilê hevpar û îradeya kolektîf pêkan e. Berevacî wê, gotinên siyasî û helwestên polîtîk ên ku di konfora egoyên kesane, kaprîs û berjewendiyên hevpar de asê mane, di encamê de mehkûmî "seqetbûnê" ne. Rastiyeke din a civakî ev e ku ji bo em bibin "ez", "em" û "em hemû"; divê em nasnameyên heyî û cudahiyên civakî di nava poteyekê de nehelînin; divê wekî mozaîkekê em wan bidin kêleka hev û bibin xwedî sîstematîka ramanê. Ev zemîna hevpar, ne ku bibe ciyê raman lê dişibin hev yan dibin yek be; belkî bi armanca avakirina welatekî ku siberojê lê ramanên cuda ku mafê jiyanê didin hev û hevdu xwedî dikin, di xeleka atmosfereke hiqûqî ya berfireh de, cudahî wekî dewlemendiyek jiyanî tên qebûlkirin pêkan be.