Jinên PAKê li Wanê 8ê Adarê pîroz kir

Jinên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Teşkîlata PAKa Wanê civîn û pîrozbahiyek li dar xistin.

Roja 11.08.2018an li Teşkîlata Wanê ya PAKê, jinên endam û alîgir ên PAKê bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê civîn û pîrozbahiyek li dar xistin.

Di pîrozbahiyê de Gülcan Kurt daxuyaniya Komîsyona Jinan a PAKê bi Kurdî, Zana Yaşar jî bi Tirkî xwend.

Nêzikî 50 jinên endam û alîgirên PAKê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Beşdarên pirozbahiyê di derbarê girîngiya rojê û û rojeva heyî de bîr û rayên xwe anîn ziman.

 

Pîrozbahî û civîna 8ê Adarê ya li Teşkîlata Wanê ya PAKê bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

 

 

 

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê