"Jinên PAKê hewildidin bi hejmareke bilind bikaribin di meclisa PAKê ya nû de cih bigrin "

"Jinên PAKê hewildidin bi hejmareke bilind bikaribin di meclisa PAKê ya nû de cih bigrin "

Beyana Buroya Çapemenî û  Ragehandinê ya PAKê;

Rêveberîya Komîsyona Navendî ya Jinan ya PAKê bi beşdarîya piranîya endamên xwe li Amedê civîya.

Civîn bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Li gorî rojeva hatibû tesbît kirin, di destpêkê de rapora xebatê hate xwendin. Li ser kar û barên di sê mehên dawî de hate axaftin.

Bernameya xebata ji bo mehên pêşde hate  amade kirin.

Pêşniyarên komiteya jinan ji bo meclisa PAKê  hate tesbitkirin.

Ji bo birêxistinkirin û aktifkirina potansiyela jinan ya PAKê hin tesbit hatin kirin û ji nû ve wezife hatin dabeşkirin.

Kongreya yekemin ya PAK ê di dawiya sala 2016 an de  li dar bikeve. Armanca komisyona jinan ya PAK ê  ew e ku di vê kongreya yekemîn de bi hejmareke bilind bikaribin di meclisa PAKê ya nû de cih bigrin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê