Jinekê xwe şewitand û 3 kesên din jî xwe kuştin!

Li herêmên Ormiye û Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 4 kesan xwe kuştin.

Li herêmên Ormiye û Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 4 kesan xwe kuştin.

Malpera Hengaw ragihandiye, duhî li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, ku girêdayî eyaleta Ormiyê ye, xortekî 16 salî bi navê Nîma Mehmûdî Azer xwe xeniqand.

Tê gotin ku wî xortî ji ber arîşeyên nav malbatê de xwe xeniqandiye.

Duh li nahiya Kotol ya bajarê Xoy li eyaleta Ormiyê jî jinek bi navê Melek Rûdabe, ku çend roj berê xwe şewitandibû, can da.

Pêr jî li bajarê Îslam Ava ya Kirmaşanê, jina bi navê Şîva Mêhrî, ji ber ku bi hevjînê xwe re nakokî hebûye, derman xwaribû û xwe kuştibû.

Pêr li bajarê Şino jî xortekî bi navê Mihemed Riza Başerafet ji ber bêkariyê xwe xeniqandibû.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin
NATOyê li ser vekişîna ji Îraqê daxuyanî da