Jineke penaber a kurd di rêya Yûnanîstanê de jiyana xwe ji dest da

.

 Jineke penabera xelkê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê di dema çûna ji bo Yûnanîstanê de ji ber krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta Komeleya Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw di çend rojên borî de jineke penaber a xelkê Serdeştê ya bi navê Mêhrî Nebîzade ya temen 27 salî di dema çûyîna bo Yûnanîstanê de, ji ber dûrbûna rê û westandina zêde jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyê Mêhrî Nebîzade li gel hevjîn û du keçên xwe yên 4 salî û 7 salî li sînorê Tirkiyê ve ber bi Yûnanîstanê ve çûn û ji ber dûrbûna rê û westandinê krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gor amarên hatine tomarkirî yên Hengaw di heyama 6 mehên borî de herî kêm 11 penaberên kurd ji Îranê ve ku xwestina xwe bigehînin welatên Ewrupa jiyana xwe ji dest dane û ji wê hejmarê jî 9 ji wan xelkê bajarê Serdeştê ne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin