Jineke Mesîhî bû Seroka Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê  

.

Serokê Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê hat guhertin û li şûna wî jineke mesîhî bû seroka Desteya Mafên Mirovan.

Parlementoya Kurdistanê îro 18ê Gulanê ji bo serokatiya Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê hilbijartin kir û di civîna parlementoyê de, namzeda mesîhî ya bi navê Muna Yuhena bi 71 dengan li şûna Ziya Pitros bû seroka nû ya desteyê.

Muna Yuhena 51 salî ye û doktora wê di warê hiqûq û qanûnê de heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî sîstema parvekirina desthilatê ya Herêma Kurdistanê, serokatiya desteya mafên mirovan pişka welatiyên mesîhî yên Kurdistanê ye. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye