Jineke Hewlêrî li Bulgaristanê dibe Sefîra Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Donald Trump hin guhertin di asta sefareta welatê xwe de pêkanîn û di nav wan guhertinan de yek jî jineke kurd bû, Sefareta Amerîkayê li Bulgarîstanê pêşniyar kir.


Serokê Amerîkayê Donald Trump hin guhertin di asta sefareta welatê xwe de pêkanîn û di  nav wan guhertinan de yek jî jineke kurd hebû ku weke Sefîra Amerîkayê li Bulgarîstanê pêşniyar kir.
Li gor agahîyan Trump pêşniyar kiriye ku jina  xelkê Hewlêrê  ya bi navê Hêro Qadir Mihemed Emîn Mistefa bibe nûnera Amerîkayê li Sofia ya paytexta Bulgarîstanê. 


Hêro Qadir niha cîgira serokê tîma dîplomasiya sefareta Amerîkayê û li Portekîzê wek rêvebera Sefaretê kar dike û di  karê siyasî û dîplomatîk xwedî karîyereke  dûrûdirêj e, bi taybetî jî di warê siyaseta derve ya Amerîkayê de.

Hêro Qadir sala 1973ê li Hewlêrê ji dayîk bûye û sala 1976ê li gel malbata xwe koçberî Amerîkayê bûne. Qadir Mihemed Emîn ku bavê wê ye kesekî tekoşer û çalakvanekî siyasî bûye û li gel tevgera azadîxwazî ya Kurdistanê ya li  dijî rejîma Iraqê rawestaye.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê