Jin ji bo aboriya malbata xwe tenûran çêdikin

.

 Li parêzgeha  Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, jin ji ax û kîlê tenûran çêdikin û difroşin, bi pereyên ku qezenc dikin jî pêdiviyên mala xwe peyda dikin.

Li gundê Acmanukê yê Mûşê jin ji qûntara çiya ax û kîlê berhev dikin û tînin mala xwe. Paşê wê dikin herî û pê tendûrê çêdikin û difroşin.

Hostaya çêkirina tenûran Wesîle Karakaya ya 56 salî ku diya 7 zarokan e, ev 20 sal e tenûran çêdike û pê debara xwe dike.

Hostaya çêkirina tenûran Wesîle Karakaya wiha behsa çêkirina tenûran kir: "Em her sal biharê xweliya kîl tê de heye ji quntarê çiyê tînin û ziwa dikin. Paşê em dikin herî û pê lingên xwe pêpez dikin. Ji bo ku hinekî baş be em rojekê dihêlin û paşê em dest bi çêkirina tenûrê dikin. Ji bo tenûr hişk nebe û neşkê em mûyê bizinan û ka jî dixin hundirê heriyê. Çêkirina tenûrekê hema hema di nav 3 rojan de temam dibe. Paşê em wan difroşin. Em salê 100 tenûran çêdikin û qasî 20 salan ew dikarin bên bikaranîn.”

Wesîle hewl dide ku kur û keçên xwe jî fêrî çêkirina tenûran bike.

Nurcan Karakaya jî got ew debara xwe bi firotina tendûran dike û wiha axivî: “Bavê min cotkar e, em jî ji bo aboriyê alîkariya wî dikin. Em di meha nîsanê de dest pê dikin, heta meha cotmehê tendûran çêdikin.”

Dema çêkirina tenûran li Nîsanê destpêdike û heta Cotmehê berdewam dike. Wesîle û zarokên xwe di salekê de nêzîkî 100 tenûran çêdikin û difroşin. Nirxê tenûran li gor mezinahiyê tê guhertin.

RÛDAW
 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê