Jimara berketiyên Koronayê 44 milyon derbas kir

.

Jimar berketiyên nexweşiya (COVID- 19) Koronayê li seranserî cihanê bûye 44 milyon û 185 hezar û 498 kes.

Ligor amarên herî dawî yên îro roja çarşemê 28-10-2020an nexweşiya Koronayê herî zêde li welatên weke Amerîka, Hindistan, Berazîl, Rûsya, Frensa, Îspanya, Arjentîn, Kolombiya, Brîtanya, Meksîka, Perû, Başûrê Afrîqa, Îran, Îtalya, Şîlî, Almanya, Iraq, Bengladêş, Endenûsya, Fîlîpîn, Tirkiye, Ukrayna, Belcîka, Siûdiye, Pakistan, Hollenda, Îsraîl, Çek, Pollenda, Kanada, Romanya, Mexrîba Erebî, Ekwador, Nepall, Bolîvya, Qeter, Panema, Îmarat, Swisra, Domenîka, Purtugal, Kwêt, Swêd, Uman, Kazaxistan, Misir, Giwatemala, Kosterîka, Japonya, Honduras, Belarûs, Etîyopya, Venezûella, Nemsa û Çînê belav bûye.

Herweha li seranserî cîhanê, 32 milyon û 121  hezar û 739 kesên bi Koronayê ketine baş bûne.

Heta niha li seranserî cihanê 1 milyon û 172 hezar û 438 kes jî bi Koronayê mirine.

Vîrusa Koronayê di dawiya meha Kanûnê ya 2019an li Çînê peyda bû û ji Çînê li seranserî cihanê belav bû.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye