Ji YEyê li ser kompaniyên Sûriyî dorpêçên nû

Yekîtiya Ewropayê (YE) dorpêçên nû li ser kompaniyên girêdana wan bi rejîma Sûriyê ya Beşar Esed ve hene sepand.

Li gor rayedarên Ewropî li ser 11 kompaniyên girêdana wan bi Esed re heye, dorpêç hatin ragihandin û ketin lîsteya dorpêçan.

Hat ragihandin bi sedema ku sûda wan a aborî digihe rejîma Beşar Esed û di karûbarên projeyên xaniyên luks de cî digirin, dorpêç li ser wan kompaniyan hatine sepandin.

Ji bo kesên ketine lîsteya dorpêçan, ji bo Ewropayê qedexeya geştê li ser wan hat danîn û mal û milkên wan ê li welatên Ewropî jî hat cemidandin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin