Ji xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê re ji ber 'fîkandina bi kurdî' doza 'rêxistina terorê' hate vekirin

Li Zanîngeha Dîcleyê di pîrozkirinên Newrêzê ya 2017an de di derbarê 2 xwendevanan de bi mebesta bi awayê fîkandinê propagandaya rêxistinê kirine doz hatibû vekirin û ji bo wan daxwaza girtinê hat kirin.

Di sala 2017an ji bo 12 xwendevanên ku beşdarê çalakiya pîrzkirina Newrozê bibûn, bi daxwaza 8 sal girtinê doz hat vekirin. Di îdianameyê de du xwendevanên bi navê Huseyin K. û Suat Mustafa, bi awayê fîkandinê propagandaya rêxistinê kirine hatin sûcdarkirin.

 

Di hûrguliyên îdianameyê de hatiye gotin ku "Huseyin K. û Suat Mustafa strana bi navê "merşa gerîla" tê zanîn bi awayê fîkandinê gotine û propagandaya rêxistinê kirine."

Di 20ê Adara 2017an de komek xwendevanên zanîngeha Dîcleyê ji bo pîrozkirna Newrôzê civiyabûn. Polîsan mudaxaleyê civînê kiribûn û 17 ji wan binçev kiribûn. 5 heb xwendevan serbest hatibûn berdan, lê ji bo 12 heban lêpirsin dabûn destpêkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin