Ji Xwendekarên kurd, li Zanîngeha Kerkûkê boykot!

Hate ragihandin, ji ber îro Haşda Şeibî, bi hilkefta dagirkirina Kerkûkê dixwaze şahiyek li Zanîngeha Kerkûkê li dar bixe. Ji ber vê jî xwendekarên zanîngehê ku bi piranî kurd in, dê xwendinê boykot bikin.

Xwendekar û şagirdên kurd ên zanîngeha Kerkûkê ji ber Heşda Şeibî xwendinê baykot dikin. Heşda Şeibî, dixwaze îro bi helkefta dagirkirina Kerkûkê şahiyekê li zanîngeha Kerkûkê li dar bixe.

 

Li gorî agahiyên BasNewsê, şagird û xwendekarên kurd gelekî ji vê yekê hêrs bûne ji ber wê jî xwendin baykot kirine û ji zanîgehê derketine.

 

Hate ragihandin ku gelek çekdarên Heşda Şeibî li nav kampusa zanîngehê de kom bûne.

 

Çend roj berê jî komek xwendekarên ereb û turkmen li zanîngeha Kerkûkê şahiyek li dar xistibûn û alaya Iraqê hildabûn. Xwendekarekî kurd alaya Iraqê ji destê wan standibû û xistibû bin piyê xwe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin