Ji Wezareta Pêşmerge daxuyaniya êrîşa DAIŞê: Asayîşa Kurdistanê parastî ye...

.

 Wezareta Pêşmergeyan ya Kurdistanê, derbarê êrîşa şeva borî ya çekdarên DAIŞê li Kifrî daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de ragihand: “Me çendîn caran hişyarî  ji hebûna valahiyê ewlehiyê ya di navbera sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de daye, teroristên DAIŞê karîne xwe rêk bixin û niha bi awayekê grûp û mefrezeyên curbicur derketine.”

Wezareta Pêşmerge diyar kir, “Şeva borî 11ê Nîsanê terorîstan êrîşî sengereke Lîwaya 116 a Hêza Pêşmerge li qezaya Kifrî kir û di encama wê êrîşa tirsnak de Pêşmegeyek bi navê Mihsin Husên Gereweyî şehîd bû. Êrîş ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat şikandin û terorîst reviyan.”

Wezaretê destnîşan kir: “Em dubare dikin ku terorîstan liv û tevgera xwe zêde kirine û niha jî awayê şer û êrîşkirinê guhertine û bi berdewamî metirsiyê dirust dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em li vir tekez dikin ku ji bo rêgirtina li van bûyeran û bi temamî jinavbirina terorîstan, pêdiviya me bi rêkeftineke giştgîr û berfireh ligel artêşa Iraqê heye.”

Wezareta Pêşmerge di berdewamê de da zanîn, “Bêguman hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li hember evan kiryarên han bê deng nabe û dê di dema xwe de bi tundî bersiva wan bide û em ji xelkên Kurdistanê re jî piştrast dikin ku asayişa Herêma Kurdistanê wek herdem parastî ye û Pêşmerge ji hemû aliyan re cihê pêbaweriyê ye.”

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser şehîdê êrîşa şeva borî got, “Em sersaxiyê ji malbata şehîdê sengerê Parastina Neteweyî Muhsin Husên Gereweyî re dixwazin û Xwedayê dilovan sebrê bide her aliyekî.”
 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan