Ji Wezareta Derve ya Tirkîyê beyaneka tûj û tahl

Digel hişyarî û pêşniyazên dostane yên li ser mijara referandumê, Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya referandumê naguherîne, miheqeq ewê bedêleke wê hebe.

Wezerata Kar û Barê Derve ya Tirkiyeyê di 14 Îlona 2017ê de beyanekê derxistîye ku ew piştgirîya biryara Meclîsa Nûnerên Iraqê a ku di 12ê Îlonê de wergirtibû, dike.  

Di beyana nivîskî ya Wezareta Kar û Barê Derva ya Tirkiyê de hatîye diyarkirin ku; ew biryara Meclisa Nûnerên Iraqê ya referanduma Başûrê Kurdistanê red kirîye bi kêfxweşî pêşewazî lê dikin.

Di daxuyaniyê de dihê bibîr xistin ku; Tirkiyê berî niha jî çend caran bi daxuyaniyan bal kişandiye ser çekirina referandûmê û dibêje: “ ev referandûm di serî de ji bo Herêma Kurdistana Iraqê û xelkê dost û bira yê Iraqê rîskan dihebîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:"Ew biryara Meclisa Nûnerên Iraqê ya 12ê Îlonê, wek îfadeya herî zelal a li ser ehemmiyeta yekparçeyiya axa Iraqê û yekîtiya wê ya siyasî dibînin û bi awayekî bihêz piştgiriyê dikin.

Di dawîya beyanê de dibêje; ”Digel hemû hişyariyên endamên xwedî hesasiyet ên raya giştî ya navneteweyî û Tirkiyê serkirdayetiya Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya biisrar didomîne û daxuyaniyên hestiyar didin. Ew destnîşan dikin ku digel hişyarî û pêşniyazên dostane yên li ser mijara referandumê, Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe ya referandumê naguherîne, miheqeq ewê bedêleke wê hebe. Dibê ev were zanîn.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin