Ji teşkîlatên PAKê li ser Enfal û bîranîna Xalid Begê Cibrî û Yusif Ziya Beg seminer

Bi boneya bîranîna Qirkirina Enfalê û şehadeta Xelîd Begê Cibrî û Yusif Ziya Beg, li Teşkîlatên Amed, Batman û Qoserê, semîner hate dayîn. Li amedê semîner digel PAKê, PSK û Hereketa Azadî jî amade bûn.

Li Amedê PAK, PSK û Hareketa AZADÎ bi hev re daxuyanî dan

Îro, saet 11.00an, li Amedê, li avahiya Teşkîlata PAKê, hersê partî û rêxistin (PAK, PSK, Hareketa Azadî) bi boneya bîranîna Qirkirina Enfalê û bi hilkefta 93emîn şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusif Ziya Begî semîner hate lidarxistin. 

Semîner bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di semînerê de pêşî bi modoratoriya Berpirsiyarê Kar û Barên Siyasî yê Hereketa Azadî Sıdkı Zilan daxuyanî hat xwendin.

Daxuyaniya li ser Xalid Beg û hevalên wî ji aliyê Endamê Rêveberiya Şaxa Amedê ya PSKê Hidayet Fidan ve, ya li ser Enfalê jî ji PAKê, Endamê Rêveberiya Navendî Hanifi Turan ve hatin xwendin.

Piştî daxuyaniyê, semînera bi modoratoriya Hanifi Turan destpê kir.

Tahsin Sever, li ser Xalid Beg û hevalên wî axivî. Piştî wî Kerem Serhatlı, li ser Enfalê axivî.

Piştî semîneran, bi pirs û bersivên beşdarvanan, semîner û bîranîn bi awayekî serkeftî bi dawî hat.

 

Li Mêrdînê Bîranîn

Li aliyekî din li teşkîlata PAKê Şaxa Mêrdînê jî bi armanca bîranîna  Enfalê û 93. salvegera şehadeta Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, daxuyanî û semîner hate dayîn.

Di despêkê de ji bo Şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Piştre Serokê PAKê yê Şaxa Mêrdînê Bedran Acar daxyanî xwend. Piştî xwendina daxuyaniyê, bi pirs û bersivên beşdarvanan çalakî domiya.

Dûvre, Serokê PSKê yê Şaxa Mêrdînê Salihê Omerî axivî. Piştî axaftina Omerî,  Nivîskar Mamoste Deham axaftinek kir.

Çalakî bi awayekî serkeftî bidawî hat.

 

PAKê li Batmanê Jenosîda Enfalê û Xalid Begê Cibrî û hevalên wî Bibîranî

Rêvebirîya Batmanê ya PAKê 14.04.2018ê li Batmanê saet di 14.00an de li avahiya PAKê Jenosîda Enfalê û şehîdkirina Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hevalên wan bibîr anîn.

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêrhatin da mevanan û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şehîdên Enfalê û Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hevalên wan rêz hate girtin û sirûda netewî (Ey Reqîb) hat xwendin.

 

Endamê PAKê Ahmet Orhan daxuyaniya PAKê ji bo Enfalê xwend.

 
Piştre Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Daxuyaniya PAKê ji bo  Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan xwend.
 

Piştî daxuyaniyê seminerek ji bo Enfalê ji alî Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir ve hat dan. Di seminerê de Enfal bi heşt qonaxan hat rêzkirin û îstatika Enfalê ji bo beşdarvanan hat gotin.

Paşî Seydayê Gurdîlî axaftineke kurt kir û got ”Bila şehîdên me yên gorbihuşt rehet bin li gorên xwe, zarok û neviyên wan ber bi serxwebûna Kurdistanê ve dimeşin. Dûvre Seydayî, 2 helbestên bi navê "Koçberkirina Kurdan" û "Li Ser Rêxistina Azadî"  xwendin.

Herwiha di bîranînê de belgefilmeke Jenosîda Enfalê bi navê "Sonsuz Umut" hate temaşakirin.

Bîranîn bi berhemdar û bi hestîyar bi dawî bû.

Ji bilî Batmanê, teşkîlata Hezoyê ya Partiya Azadiya Kurdistanê, pankartek daleqand û çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiya Hezoyê de daxuyanî ji hêla Serokê Teşkilata Hezoyê ya PAKê Abdulmecit Hezer ve hate xwendin.

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin