Ji Seroka Meclîsa Nûneran a Hollandayê Birêz Vera Bergkam re nameya spasiyê

.

Ji Seroka Meclîsa Nûneran a Hollandayê Birêz Vera Bergkam re

"Roja 06.07.2021 di komcivîna meclîsa we ya pîroz de, we bi piraniya dengan sûcê DAÎŞê ku li Şengalê li hember Êzîdiyên Kurd kiribû, wek komkujî bi nav kir.

Hun bi vê biryara xwe ya cesûr û mirovperwer, li Ewropayê gaveke yekta û pêşengane avêt.

Em dilxwazên Partîya Azadîya Kurdistanê ku li Ewropa dijîn, wek hemû Kurdên cîhanê, di vê bûyera trajîktirîn ku mirovatî pêrgî wê bûye, helwesta we ya bêemsal, bi teqdîrek mezin pêşwazî dikin.

Em we, ji bo vê biryare we, bi dilxweşîyek mezin pîroz dikin û di şexsê we de spasiyên xwe ji hemû nûnerên parlamentoya we ya pîroz re pêşkêş dikin."

Seval Mert
Seroka PAK-EWROPA
(Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa)

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin